• Monday, 09 February 2026
logo

Li Diyarbekirê kesên temen ji 65 salî zêdetir piştî 50 rojan derketin derve

Li Diyarbekirê kesên temen ji 65 salî zêdetir piştî 50 rojan derketin derve
Di 21ê Adarê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tikiyeyê ve bi giştînameyekê hat ragihandin ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Vîrusa Koronayê qedexeya derketina derve bo kesên temenê wan ji 65ê mezintir e hatiye ragihandin. Piştî 50 rojan jî welatiyên temenê wan ji 65ê mezintir karîn derbikevin derve. Di roja qedexeya derketina derve ya giştî de rê li ber ji 65 salî mezintiran hat vekirin. Li Diyarbekirê jî welatiyên ku ji 21ê Adarê ve li mal de bûn berê xwe dan parkan û derketin geştê û di bin tavê de di nava şînayîyê de geriyan. Welatiyên ku demeke dirêj bû di mal de bûn amaje kirin ku wan herî zêde bêriya gerê kiribûn ku di bin tavê de bimeşin û dan zanîn ku dêruniya wan di mal de têk çû bû.

Welatîyek dibêje: "Di mal de min û hevjîna min me şer dikir. Min bêriya derve kiribû. Înşalah ev bela ji ser me rabe."

Welatîyek dî dibêje: "Min herî gelek bêriya gerê û hevalê xwe kiribû. Ez berê bi vî temenê xwe 10 kîlometre dimeşiyam. Hingî d imalde mam niha dema dimeşim laşe min diêşe."

Welatîyek dî jî got: "Min bêriya her tiştî kiribû. Me nedikarî em derbikevin. Ceza hebu. 3 hezar lîre ceza dibirîn.."

Roja derketina derve ya bo kesên ji 65 salî mezintir di heman demê de rastî 10ê Gulanê Roja Dayîkan hat. Di vê rojê de dayîk li aliyekê keyfxweşbûn ku piştî demeke dirêj derketin derve û li aliyekê jî xemgîn bûn ku ji ber metirsiya belavbûna Vîrusa Koronayê demeke dirêj e nekarîne zarokên xwe û neviyên xwe bibînin.

Welatîyek dibêje: "Berê di roja dayîkan de kurê min dihat min pîroz dikir. Lê kurê min wefat kir. Çi dema dibe roja dayîkan bêhna min teng dibe."

Welatîye dî dibêje: "Berê em derdiketin, dimeşiyan, digeriyanxweş bû gede dihatin cem me. Niha jî em derketin şînayî ye xweş e."

Welatîyek dî got: "Min dixwest ku çiwîkek min hebe da ku bêhna min teng nebe di mal de. Bêhna min gelek teng dibu. Tansiyona min heye. Ez û xwedayê xwe tenê bûn di mal de."

Qedexeya derketina derve bo kesên ji 65 salî mezintir bi awayeke demkî hat rakirin. Li gorî giştînameya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê welatiyên ji 65 salî mezintirin bo carekê tenê di navbera demjimêr 11.00 û 15.00ê de karîn derbikevin derve. Hefteya bê jî dê li gorî daneyan û rewşa dawîn biryara rêdaneke nû were dayîn.

K24
Top