• Wednesday, 04 February 2026
logo

Îsraîl du vebijarkan dide Lubnanê: An dîplomasî an şer

Gulan Media November 8, 2025 Nûçe
Îsraîl du vebijarkan dide Lubnanê: An dîplomasî an şer

Li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê alozî berdewam dikin, Tel Aviv du vebijarkan pêşkêşî Beyrûtê dike: An dîplomasî an şer, ku pirsgirêk bên çareser kirin.

Ji dema agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezeyê aloziyên di navbera Îsraîl û Lubnanê de zêde bûne û hikûmeta Netanyahu ji hebûna hêzên Hizbullah li ser sînor nîgeran e û bang li wan dike ku an vekişin an jî pevçûnê bi awayekî radîkal çareser bikin.

Şêwirmendekî payebilind ê Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji rojnameyekî Îsraîlê re got ku Îsraîlê bi eşkere du vebijark pêşkêşî Lubnanê kiriye: çareseriyek bingehîn, çareseriyek dîplomatîk an jî şerekî berfireh.

Rojnameyê got wî şêwirmendê payebilind ê Netenyahu ragehandiye:  "Hikûmeta wî soz daye ku ger vebijarkên dîplomatîk û diyalog pirsgirêkê çareser neke û Îsraîl amade ye ku operasyonek leşkerî ya mezin li dijî Hizbullah li Lubnanê bide destpêkirin û dê serî li karanîna çekan bide."

Li gorî raporê, Îsraîlê ji bo hewldanên dîplomatîk demek diyarkirî destnîşan kiriye, piştî wê, heke Hizbullah ji sînor venekişe an "prensîbên lîstikê" neguherîne, "demjimêra şer" dê dest pê bike. armanca wê gefxwarinê ew e ku Hizbullah divê hemû wan binkeyên xwe vala bike ku li navçeyên sînorî de hene.

Ji aliyê din ve, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransa hewlên dîplomatîk didin da ku pêşî li belavbûna şer li Lubnanê bigirin. Şandeyek Amerîkî bi serokatiya Amos Hochstein bi berdewamî di navbera Lubnan û Îsraîlê de diçe û tê, di heman demê de Fransa hewl dide ku pirsgirêkê bi awayekî dîplomatîk çareser bike.

Di heman demê de, Hizbullah û rayedarên Lubnanî red dikin ku berî şerê Xezeyê biqede vekişin, ev yek rewşê aloztir dike û îhtîmala pevçûnek leşkerî zêde dike.

 

Basnews

Top