Serok Barzanî îşev di hevdîtineke taybet de çend peyamên girîng aşkera dike
Demjimêr 9ê îşev pêncşemê bi dema Hewlêrê, hevdîtineke Serok Barzanî ya taybet li gel kanala Şems tê belav kirin ku têde çend peyamekî girîng bo xelkê Kurdistanê aşkera dike.
Li gorî promoya wê hevdîtinê ku ew kanal belav dike, Serok Barzanî dê li ser çend mijarên girîng, mijara herî girîng a hilbijartinên parlamentoya Iraqê, gefên li ser Herêma Kurdistanê, Dadgeha Federal, êrîşa Heşdî Şabî di sala 2017an de û gelek mijarên din nîqaş bike.
Her di heman civînê de, Serok Barzanî li dijî îhtîmala sextekarîyê di hilbijartinên parlementoya Iraqê de hişyarî dide û dibêje: "Ne mimkine ku vê carê qebûl bikin ku bi yek dengî bê leyîstin."
Herwaha tekez dike ku ew pişta xwe bi xwedê, hêzên Pêşmerge û îradeya gelê Kurdistanê girêdidin.
Basnews
