• Thursday, 05 February 2026
logo

Ew fêlên ku li parêzgeha Kerkûkê hatin kirin, ketin ware cîbicî kirinê

Gulan Media November 2, 2025 Nûçe
Ew fêlên ku li parêzgeha Kerkûkê hatin kirin, ketin ware cîbicî kirinê

Di dema borî de, cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê nivîsek belav kiriye, ku li gor wê nivîsê, divê şêniyên qezayên Daqûq, Dubiz, Şwan û derdora Kerkûkê bo rêvebirina karûbarên elektirîkê serdana qeza Hewîce bikin, ku wî ew wekî metirsiyekî dît û niha jî fermana wan navçeyan li ser Hewîceyê belav kiriye û dibêje. Gotinên min rast derketin.

Îro şemiyê cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula, li ser rupela xwe ya tora civakî Facebookê nivisiye: “Di 19ê tebaxê de min nameyek belav kiriye ku fêlek li parêzgeha Kerkûkê hatiye kirin û li ser nivîsekê wê elektirîka Dubiz, Daqûq, Şwan û derdora Kerkûkê ketine ser Hewîce û êdî divê ji bo rêvebirina karên xwe xelkê wan navçeyan serdana Hewîce bikin.”

Herwaha nivisiye: “Min ji parêzgarê Kerkukê xwest ku nameyekê binivîse û daxwaza betalkirina biryarê bike û em ê ji bo betalkirina wê bibin alîkar, lê di bersivê de, bi dehan dezgehên medyayê û kirêgirtiyan êrîşî min kirin û gotin ku ev ne rast e û ew mijar hatiye hilweşandiye û hatiye rawestandin.”

Şaxewan Ebdula, bi belge biryara xwe belav kiriye û nivîsiye: “Fermû bibînin gotinên min rast derketin, bi biryara hejmar 32058 a 28ê Cotmeha 2025an, ev mijar hatiye bicîhanîn û ferman bo derketiye.”

Amaje bi wê jî dide, ku heke delîlên wî tunebin, wî qet li ser ti mijarekî neaxiviye.

 

 

Basnews

Top