• Thursday, 05 February 2026
logo

TAYBET - HSD dê li Beyrûtê mijarên ewlehiyê gotûbêj bike

Gulan Media October 30, 2025 Nûçe
TAYBET - HSD dê li Beyrûtê mijarên ewlehiyê gotûbêj bike

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Beyrûtê Ebid Selam Ehmed ji Rûdawê re got ku şandeyeke bilind a HSDyê li Beyrûte ye û dê li gel aliyên Libnanî mijarên ewlehiyê gotûbêj bike.

Ebid Selam Ehmed Rûdawê re eşkere kir ku şandeyeke bilind a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihiştiye Beyrûtê.

Li gorî agahiyên ku Ebid Selam Ehmed dane, ev şande û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Beyrûtê dê li gel aliyên Ewlehiyê yên Libnanî hinek dosyeyên ewlehiyê yên hevbeş gotûbêj bikin.

Divê were gotin ku li kampên Hol û Rojê yên Rojavayê Kurdistanê di nav malbatên DAIŞiyan de Libnanî jî hene.

Ebid Selam Ehmed diyar kir ku HSD û aliyên Libnanî dê behsa wan malbatên Libnanî jî bikin ku li kampên Hol û Rojê dimînin.

 

Rudaw

Top