Mesrûr Barzanî serdana xebatên dîzayna nû ya Geliyê Elî Begê dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) serdana xebatên nûjenkirina havîngeha Geliyê Elî Begê bi dîzayna wê ya nû kir û niha gotarekê li wê derê pêşkêş dike.
Hûrgiliyên Projeyê:
Roja 28ê Gulana 2024an, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve kevirê bingehîn ê Pira Bilind a Soranê hat danîn. Ev proje, ligel çend projeyên din, weke beşek ji plana berfirehkirina jêrxaneya rê û banan li herêmê hat destpêkirin.
Di gotara danîna kevirê bingehîn de, Serokê Hikûmetê tekezî li ser pêşxistina bajarok û gundan kir, ne tenê giringîdana bi navendên parêzgehan.
Proje, ku salek beriya dema xwe ya diyarkirî hatiye temamkirin, dikeve xizmeta rêwiyên deverê. Ew dê Derwazeya Soranê û rêyên Hewlêr, Mêrgesor, Rewandiz û Çomanê bi hev ve girêbide.
Dîzayn û Taybetmendiyên Projeyê:
- Ev pira bilind, li ser asta Herêma Kurdistanê ya herî bilind e.
- Ji rêyeke sereke ya du-saydî pêk tê, bi dirêjahiya 2,905 metreyan.
- Her saydek ji 3 laynan (şerîtan) pêk tê.
- Dê bandoreke mezin li ser kêmkirina qerebalixiyê û bûyerên hatûçûnê bike.
Budce û Dema Temamkirinê:
- Zêdetirî 33 milyar û 358 milyon dînar jê re hatiye terxankirin.
- Proje ji aliyê kompanya û karkerên navxweyî ve hatiye cîbicîkirin.
- Ji bo temamkirina wê 900 roj hatibûn diyarkirin, lê beriya dema xwe bi dawî bû.
Destkeftiyên Kabîneya Nehem di warê jêrxaneyê de:
Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, zêdetirî 2,168 projeyên kolanan (cadeyan) li nav bajar û bajarokan hatine cîbicîkirin. Tevahiya budceya ku ji bo van projeyan hatiye terxankirin 2.2 trîlyon dînar bûye. Proje li gorî standardên cîhanî hatine encamdan û hemû pêdiviyên endezyariya hatûçûnê ji bo wan hatine dabînkirin.
Ji bo bihêzkirina jêrxaneya rê û banan çi tiştên din hatine kirin?
- 883 kîlometre xêzkirina kolanan.
- 59 pir û binpir.
- 16,000 hêmayên hatûçûnê.
- 45 kîlometre têlên hesinî (perjîn) ji bo rê û kolanan.
- 296 derbasgehên peyayan.
- 1,500 astengên lezkêmker (badok).
- Şiyana navxweyî: Cara yekem, karên endezyariya hatûçûnê ji aliyê tîmên xwecihî ve hatine kirin.
K24
