• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Projeya Megal yek ji projeyên herî girîng û stratejîk ên Kurdistanê ye

Gulan Media October 27, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Projeya Megal yek ji projeyên herî girîng û stratejîk ên Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26.10.2025, li Hewlêrê Projeya Megal vekir.

Serokê Hikûmetê di merasimekî de gotarek pêşkêş kir û got"Ev beşek din a hewildanên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û hêsankirina sektora taybet berdewam kiriye ye. Ev proje ji hêla şîrketên taybet û sektora taybet ve hatiye afirandin û hikûmetê tenê piştgirî kiriye û hêsankarî bo wê kiriye.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî da:"Ev proje dikare bi gelek projeyên din ve were girêdan, mijara ajalan, xwedîkirina ajalan, kirîn û firotina ajalan, pêdiviyên xwarinê, pêdiviyên çandiniyê, ji ber vê yekê gelek şîrketên din dikarin ji vê projeyê sûd werbigirin û bibin hevkar di temamkirina vê zincîrê de.

Naveroka axaftina Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Binavê xwedayê mezin û dilovan

Birêzno

Ez gelekî bi xêrhatina we dikim û kêfxweşim ku îro li gel we me di vekirina projeya “Megal” de, ku bêguman îro li Herêma Kurdistanê de projeyeke gelekî girînge. Bi vekirina vê projeyê, xizmeteke zêdetir ji bo hemwelatiyan tê kirin. Ez kêfxweşim ku min serdana projeya me kir û min serdana çendîn projeyên me kiriye.

Ya ku cihê kêfxwaşiyê ye, ev proje ji aliyê gelê me ve hatiye avakirin û teknolojî û alavên pêşketî yên ji derveyî welêt hatine anîn, hemî li gorî standardên navneteweyî û bi awayekî pir xweşik û modern hatine amadekirin û ev yek dê ji bo welatiyan bi çend awayan bibe alîkar ku ji nû ve aram bibin. Ajaldarî, xwedîkirina ajalan, kirîn û firotina ajalan, ji bo her kesî hatiye afirandin. Ew pêwistiyên ku hemwelatî hene, niha dikarin pir çêtir werin misogerkirin ku berhemên herêmî dikarin li gorî standardên navneteweyî bin. Min her wiha bihîst ku ev proje her tim di bin kontrola Wezareta Tenduristiyê de ye û divê hemî tedbîrên tenduristiyê werin berçavgirtin. Ev beşek din a girîng a vê projeyê ye, ji ber ku heta niha me gelek caran belavbûna vîrus û nexweşiyan dîtiye, ji ber ku pirsgirêka hilberîna xwarinên goşt bi awayekî ne tendurist an jî bêyî rêzgirtina li standardên navneteweyî dihat hilberandin. Niha bi vê projeyê, her tişt dikare li yek cîhekî were kom kirin û welatî dikarin hem ji dabînkirina pêdiviyên pêwîst, ewlehî, tenduristî û hem jî ji kalîteya berhemên ku ji welatiyan re tên piştrast bin. Evane hemû jî cîhê kêfxweşiyê ne, ez spasiya wan hevalan dikim, ji wan birêzan dikim ku ew proje cîbicî kirine û projeyê wekî vê jî divê li hemû beşê Kurdistanê berdewam be û bên çêkirin.

Ev beşek din ji hewildanên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dike ji bo piştgirîkirin û hêsankirina sektora taybet. Ev proje bi erkê şirketên taybet û sektorên taybet hatine çêkirin û Hikûmetê tenê piştevaniya wê kiriye û hêsan karî bo kiriye. Emê berdewam bin di hemû sektoran de bo ku hêsankarî jêre bên kirin, ji bo ku xizmetguzariyên baştir, leztir bikin xizmeta hemwelatiyan, Hikûmet jî we piştgirî dike.

Di demên berê de jî çend projeyên bi vî rengî hebûn, bi taybetî di sektora çandiniyê de, û me alîkariya cotkarên xwe kir, ku karibûn berhemên xwe bifroşin û heta wan jî bişînin derveyî welêt. Ev hemû dê bibin alîkar ku binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê xurt bibe, bi taybetî ji bo misogerkirina ewlehiya xwarinê li ser asta Herêma Kurdistanê.

Ev proje dikare bi gelek projeyên din ve were girêdan, meseleya ajalan, xwedîkirina ajalan, kirîn û firotina ajalan, pêdiviyên xwarinê, pêdiviyên cotkirinê, da ku gelek şîrketên din jî ji vê projeyê sûd werbigirin û bibin hevkar di temamkirina zincîrê de. Ji aliyekî din ve, bermayiyên ajalan ên ku paşê wekî xwarin têne bikar anîn, wek çerm, an jî yên ku dimînin, dikarin werin veguheztin projeyên din û şîrketên din jî dikarin wan bikar bînin û karên bêtir biafirînin.

Ez kêfxweş im ku dibihîzim ku di vê projeyê de zêdetirî 1000 derfetên kar hatine afirandin. Careke din, ez ji we re serkeftinê dixwazim û hêvî dikim ku welatî piştrast bin ku goştê vê projeyê, vê kargehê diçe supermarketan, goştê saxlem û ewle ye û ji kontrola kalîteyê derbas bûye û dikare jê sûd werbigire.

Ez spasiya we dikim, hertim serkeftî bin û Kurdistana me her avedan be.

 

Basnews

Top