• Thursday, 05 February 2026
logo

Şandeke bilind a Îmaratê gihîşte Hewlêrê

Gulan Media October 21, 2025 Nûçe
Şandeke bilind a Îmaratê gihîşte Hewlêrê

Şandeke bilind a dewleta Îmaratê îro berêvarê geheşte Hewlrêrê û biyare ew şande hejmarek hevdîtinên girîng, li gel berpirsên Herêma kurdistanê encam bide.

Parêzgariya Hewlêrê ragehandiye: “Îro 20.10.2025, parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li gel kordînatorê giştî yê Îmaratê li Hewlêrê Şêxe Beşîr Ferhan, û rêvebirê balafirgehê Ehmed Huşyar, li balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê, pêşwazî li şandeke bilind a dewleta Îmaratê bi serokatiya cîgirê wezîr û berpirsê ofîsa hemahengî li encûmena wezîran a qiraliyeta Îmarata Erebî, Ebdul Lûta kir.”

Amaje bi wê jî hatiye kirin: “Serdana şanda dewleta Îmaratê di çarçoveya hewlên Herêma Kurdistan û dewleta Îmaratê ye, bo pêşxistina pêywendiyên siyasî û bazirganî û biryare jî ew şand hejmarek hevdîtin û civînên girîng, li gel berpirsên Herêma Kurdistanê encam bide.”

 

Basnews

Top