• Tuesday, 03 February 2026
logo

Karmendekî polîsê Zaxoyê di şampiyoniya laşciwaniyê li ser asta cîhanî, pileya yekem bi dest xist

Gulan Media October 18, 2025 Corane
Karmendekî polîsê Zaxoyê di şampiyoniya laşciwaniyê li ser asta cîhanî, pileya yekem bi dest xist

Karmendekî polîsê çalakiyên sivîl a Zaxoyê, di şampyontiya laşciwaniyê de li ser asta Cîhanê pileya yekem bi dest anî û di vê derbarê de polîsê Zaxo pîrozbahî lê dike û dibêje: Em jêrê hêviya pêşerojeke geş dixwazin.

Îro pêncşemê rêveberiya polîsê bajarê Zaxoyê ragehandiye ku karmendekî rêveberiya polîsê Zaxoyê yê li beşa çalakiyên sivîl ê binavê Mihemed Ebdulxaliq Elî, di şampiyontiya laşciwaniyê de li ser asta Cîhanê pileya yekem bi dest aniye.

Herwaha aşkera kir ku ew karmendê polîs beşdarî herdu şampiyoniyan (MPC) bû, ku di nav 11 welatên cîhanê de û şampiyoniya hilbijartinê ya Iraqê, di asta (klasîkFîzik) de ew pile bi dest xistiye.

Bi vê boneyê, Polîsê Zaxoyê dibêje, em bi navê Rêveberiya Polîsê Zaxoyê, bi germî pîrozbahiyê li polîsê xwe dikin û hêviya pêşerojeke geş jê re dixwazin.

 

Basnews

Top