Komek çekdaran avêtin ser ofîsa berbijêrekî PDKê û ofîsa wî şewistandin
Îro 16.10.2025ê Komek çekdaran li bajarê Şingalê êrîşî ofîsa berbijêrê PDKê yê helbijartinên Parlamentoya Iraqê yê bazineya Nînowayê Mehma Xelîl kirin û ofîsa wî şewitandin.
Vê derbarê de Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de got ku bûyer piştî demjimêr 12ê şevê qewimî û sûcdaran wekî "hilgirên ramanên DAIŞê" bi nav kir û got ku wan poster û tabelayên ku ji bo taybet ê wî berbijêrî şewitandin.
Berbijêrê PDKê kiryara tirsonek şermezar kir û got ku ev kiryar delîl e ku "komên terorîst ji kesên dilsoz ên herêma Şingalê hez nakin."
Herwaha ragehand; Karên waha di xizmetkirina xelkê Şingalê û xebata ji bo pêkhateyên olî, etnîkî û mezhebî yên cuda yên parêzgeha Nînowa de dê wî sar neke, berovajî wê dê wî rijd û qahîmtir û dijwartir bike.
Dawiyê de jî daxwaz li dezgehên ewlehiyê kir ku bûyerê lêkolîn bikin û kesên ku êrîşî ofîsa wî kirine radestî dadgehê bikin.
Basnews
