• Tuesday, 03 February 2026
logo

Dr. Nasîh Xefûr û Hamîd Gewherî: PDK di qonaxa xwe ya zêrîn de ye û baweriya gel pê heye

Gulan Media October 15, 2025 Nûçe
Dr. Nasîh Xefûr û Hamîd Gewherî: PDK di qonaxa xwe ya zêrîn de ye û baweriya gel pê heye

Du siyasetmedarên navdar ên Kurd behsa bihêzbûna baweriya gelê Kurdistanê ya bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin û dibêjin ku di vê helbijartinê de PDK dê serkeftinekî dîrokî tomar bike. Ji ber PDK kar û xizmetekî mezin pêşkeşî gelê Kurdistanê kiriye û berevanî li mafên wê yên destûrî kiriye.

Siyasetmedarê Kurd Nasîh Xefûr ji BasNewsê re ragehand: "Barzaniyê nemir Kerkûk wekî dilê Kurdistanê bi nav kir û dev jê berneda. Bi dengdana ji lîsteya 275ê ku lîsteya PDKê ye û Kerkûk dê bi vê serfiraz bibe û daxwazên wê dê bicîh bên. PDKê ji bo Kerkûkê gelek qurbanî dane û ti demekî PDK û Kerkûk dest ji hev bernade û we wek cêwî ango cemik in û ji hev nayên cuda kirin. Xelkê Kerkûkê xwedî heskirinekî taybet in ji bo Serok Barzanî. Di şerê DAIŞê de Serok Barzanî bixwe li Kerkûkê bû û serpereştiya eniya şer kir. Naha heskirina Kerkûkiyan bo PDKê di astekî de ye ku di mîtînga dawiyê ya PDKê de ewqas qerebalix bû hemû yar û neyar şok kir û ev rastiya PDK û Kerkûkê ye.’’

Herwaha got: "PDKê ala Kurdistanê bir bo Kerkûkê ew tirs şikand ku xelk li ser bilindkirina ala Kurdistanê dihate şehîd kirin. PDK piştîvanê xelkê Kerkûkê ye û vê carê jî Kerkûkî dê deng bidin PDKê.

Navborî diyar kir: di vê hilbijartina Parlamentoya Iraqê de, PDK wekî her carê dê li Iraq û Kurdistanê piraniya baweriya piraniya dengdêran bidest bixe û bibe partiya yekem.

Ji aliyê xwe ve, dîroknas û siyasetmedar Hamid Gewherî jî  ji BasNewsê re got: "Rastgoyî, xizmetkirina ji bo gel û welat, dilsoziya ji bo axê û hewldanên berdewam, neçemandina serê xwe ji dijmin re û dev ji dirûşmeyên xwe bernedan, wisa kir ku xelk zêdetir baweriya xwe bi PDKê bîne. Naha qonaxeke zêrîne ji bo PDKê û gel berê xwe daye PDKê û piştî sala 2009an, gelek partiyan li ser bingeha derewan deng bidestanîn. Lê derewkirina ji bo partiyan sînor û dema wê heye, ji ber ku rojekê rastî dê ji gel re eşkere bibe, lêbelê PDKê derew nekirin û gel nexapand. PDKê rêya xizmetkirina wan girt. Ji ber wê jî naha xelk wek lehiyê berê xwe daye PDKê.

Herwaha got: "PDK dê di hilbijartinên pêş de serkeftinek dîrokî tomar bike ji ber ku ew ji berpirsiyariyê nereve. Hin partiyan di demên berê de gel xapandine da ku deng bidin wan, lê niha maske nemane û rastî derketiye holê, naha PDK li Kerkûkê di rêza yekem de ye. We dît ku girseya alîgiran çawa berê xwe da PDKê. Pêla girseyî ya PDKê di kampanyaya hilbijartinê ya li Kerkûk de ji bo her kesî şok bû. Gelek kesan li Hewler, Duhok, Helebçe û heta Silêmaniyê berê xwe dan PDKê."

 

Basnews

Top