Mazlûm Ebdî: Teqîna li Efrînê kiryarekî terorîstî ye
Mazlûm Ebdî derbarê teqîna duh a li Efrînê de bertek nîşan da û helwesta xwe aşkere kir.
General Ebdî li ser twittera xwe ragihand: “Ya ku duh li Efrînê çêbû, karekî terorîstî yê şermezarkirî ye, ku bûye sedema can ji dest dana bêgunehan”.
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha vê teqînê weke “tawan” û “encama siyasetên Tirkiyê li Efrînê” bi nav dike.
Mazlûm Ebdî tekez dike: “Ew karê tawanî encama siyaseta jinavbirinê ya dagîrkeriya Tirkiyê û kirêgirtiyên wê li bajarê aştî û zeytûnan e”.
Duh Sêşemê piştî nîvro teqîneke mezin li navenda bajarê Efrînê û li ser rêya Raco çêbû.
Li gor agahiyên Rûdawê, tankereke tejî sotemenî li nav bazara Efrînê teqiya û di encama teqînê de 53 kes hatin kuştin û 167 kes jî birîndar bûn.
Heta niha ti aliyekî berpiryariya encamdana teqînê li xwe negirtiye.
Amerîkayê li ser asta Wezareta Derve, teqîna Efrînê bi tundî şermezar kir û wek karekî terorîstî bi nav kir. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, “teqîna Efrînê li ti aliyekê nayê qebûlkirin”.
Herwiha Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, îro bi daxuyaniyekê teqîna li Efrînê şermezar kir û wek “karekî terorîstî û tirsenokî” bi nav kir.
