• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Bokanê Festîvala Hespên Kurdî hat lidarxistin

Gulan Media October 12, 2025 Corane
Li Bokanê Festîvala Hespên Kurdî hat lidarxistin

 Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê Festîvala 5emîn a Hespên Resen ên Kurdî bi beşdariya 34 hespan hat lidarxistin.

Xwediyên hespan zêdetir ji parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Hemedanê beşdar bûn û hejmareke kêm ji wan jin bûn.

Yek ji armancên lidarxistina festîvalê parastina hespên resen ên Kurdî bû.

Hespên resen ên Kurdî bi serî, stû, çav, dûv û lingên xwe ji nijadên din cuda dibin û bi hêza xwe navdar in.

Di demên berê de ji bo karên dijwar û di şeran de hatine bikaranîn.

Hespê Kurdî yek ji hespên herî resen, xweragir û jêhatî ye.

Sê cureyên wê yên sereke hene ku wekî Caf, Efşarî û Sencawî tên naskirin.

Hespên Kurdî li Kurdistanê û gelek herêmên din ên cîhanê tên xwedîkirin.

 

Rudaw

Top