Mesrûr Barzanî: Em pêşwaziyê li agirbesta li Xezeyê dikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekî de ragehand, ku pêşwazî li rêkeftina ragehandina agirbesta li Xezê dikin û hêvîdare jî ku ev pêngav bibe sedema aramiya demdirêj li Rojhilata Navîn.
Îro pêncşemê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê de peyamek di derbarê agirbesta li Xezeyê de belav kiriye û dinivsîne: “Em pêşwazî li rêkeftina ragehandina agirbesta li Xezê dikin.”
Serokê Hikûmetê ew pêngav weke destpêkeke girîng bo kêmkirina tundûtîjî li navçeyê binav dike û dibêje: “Em hêvî dikin ku ev gav rê li ber îstîqrara mayînde li Rojhilata Navîn veke.”
