• Wednesday, 04 February 2026
logo

Melîke Mezan: Gelê Kurd dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê ji nû ve dinivîse

Gulan Media October 2, 2025 Nûçe
Melîke Mezan: Gelê Kurd dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê ji nû ve dinivîse

Helbestvan, nivîskar û çalakvana Amazîxî Melîke Mezan piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û Kurdistanê dubare kir û got ku gelê Kurd niha li cîhanê dîrokê dinivîse û kes nikare hebûna wan înkar bike.

Helbestvan, nivîskar û çalakvana Amazîxî Melîke Mezan,  li ser rûpela xwe ya Facebookê piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd dubare kir û diyar kir: "Miletek mîna Kurdan êdî dev ji nivîsandina dîrokê li Rojhilata Navîn bernade, wekî ku bi sedsalan e kiriye. Wan ev kiriye, lê niha ew ji bo tevahiya cîhanê dîrokê dinivîsin."

Melîke Mezan yek ji dostên gelê Kurdistanê ye û keyfxweşiya xwe anî ziman û got: "Kes nikare hebûna gelekî wisa înkar bike û kes nikare rê li ber wan bigire ku bigihîjin azadiya ku ew dixwazin. Bijî Kurd, serkeftin ji bo Kurdan, afirînerên dîrok û rûmetê.’’

Melîke Mezan yek ji wan çalakvanan e ku bi berdewamî piştgiriya xwe ji bo Kurd, Kurdistan û Pêşmergeyan dubare kiriye. Di dema şerê li dijî DAIŞê de, wê dirûşmeyên "Na ji DAIŞ'ê re" û "Erê ji bo Pêşmerge û Kurdistanê" bilind kir. Wê parastina Kurd û Kurdistanê dikir.

 

Basnews

Top