• Wednesday, 04 February 2026
logo

Yekem keştiya hilgirtina petrolê ya Kurdistanê ber bi bazarên Cîhanê ve bi rê dikeve

Gulan Media October 1, 2025 Nûçe
Yekem keştiya hilgirtina petrolê ya Kurdistanê ber bi bazarên Cîhanê ve bi rê dikeve

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, 2 çavkaniyên pîşesaziya petrolê ragehandiye ku biryar e di 2ê Cotmehê de 700,000 bermîl petrola Kurdistanê li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê were barkirin.

Çavkaniyên ku nexwestin navê wan were eşkerekirin gotin ku piştî ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo bendera cîhanê ya li Tirkiyê, keştiya Valisina dê bibe yekem keştiya ku petrola xav a Kurdistanê hildigire.

Şîrketên petrolê yên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, roja Şemiya borî ji bo cara yekem piştî salan, dest bi hinardekirina petrola xav bo bendera Ceyhana Tirkiyê kirin, ev jî wek amadekiriyek ji bo destpêkirina bi bazar kirina wê bo bazarên Cîhanî bi rêya rêxistina bi bazarkirina petrola Iraqî (SOMO), piştî ku Hewlêr û Bexda li ser wê mijarê gehiştine rêkeftinê.

 

Basnews

Top