• Wednesday, 04 February 2026
logo

Piştî 2 mehan ji kuştina 2 ciwanên Ereb li benzînxaneyeke Hewlêrê, îro pirsgirêk bi rêya lihevhatina civakî hate hat çareserkirin

Gulan Media September 30, 2025 Nûçe
Piştî 2 mehan ji kuştina 2 ciwanên Ereb li benzînxaneyeke Hewlêrê, îro pirsgirêk bi rêya lihevhatina civakî hate hat çareserkirin

Du meh piştî kuştina şampiyonê laşciwaniyê yê Iraqê Hemûdî Riyaz û hevalekî wî li benzînxaneyekê li Hewlêrê, îro pirsgirêk bi rêya lihevhatina civakî çareser bû, herwaha ji aliyê xwe ve jî, kesûkarên Hemûdî Riyaz, spasiya hewlên Serok Barzanî dikin û tekezî li biratiya navbera kurd û Ereb de dikin.

Îro duşemê bi amadebûna Serokê şaxê pêncemîn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) û serokê eşîra Benî Kilab li Bexdayê û xizmên wî dawî, bi lihevkirina civakî, dawî bi pirsgirêka kuştina şampiyonê laşciwaniyê yê Iraqê Hemûdî Riyaz û hevalekî hat.

Ji aliyê xwe ve, xizm û serokên eşîra Benî Kilab tekez li ser biratiya di navbera Kurd û Ereban de kirin û spasiya Serok Barzanî kirin ji bo hewldanên wî û ragehandin: "Kurd û Ereb bira ne û sûcdar jî nûnertiya xwe dike, ne Kurdan."

Herwiha ji bo hewldanên wan, spasiya Wezîrê Navxwe û parêzgarê Hewlêrê kirin.

Serokê eşîra Benî Kilab ji Kurdistan24 re ragehand: "Peyama me spasdarî ye, em spasiya Serok Barzanî dikin ji bo hewldanên wî, ji ber ku Serok Barzanî çawa ku berpirsiyarê Kurdan e, berpirsiyarê Ereban e jî û em spasiya wî dikin."

Du meh berê, li benzînxaneya Hewlêrê di navbera  karkerekî û du kesên Ereb de nîqaş derket, û di enama wê nîqaşê de sê kes hatin kuştin, ku du ji wan Ereb bûn.

 

Basnews

Top