• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Balyozê Bengladeşê pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Gulan Media September 29, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Balyozê Bengladeşê pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Îlonê pêşwazî li Balyozê nû yê Bengladeşê li Iraqê Meqsûd Elheq kir. Di hevdîtinê de, herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî kirin.

Serokwezîr Barzanî, ligel pîrozbahiya destbikarbûnê, piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina karê balyozê nû tekez kir û amadebûna xwe ji bo pêşxistina pêwendiyan nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Balyoz Bengladeşê silav û rêzên Serokomarê Bengladeşê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyan di warên cûrbecûr de kir.

Balyozê nû yê Bengladeşê bi navê civaka Bengladeşî ya li Herêma Kurdistanê, spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî, karsivikkirin û mêvanperweriya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

 

K24

Top