• Thursday, 05 February 2026
logo

Kutahya, Stenbol û Îzmîr hejiyan

Gulan Media September 28, 2025 Nûçe
Kutahya, Stenbol û Îzmîr hejiyan

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro saet 12:59an li parêzgeha Kutahyayê erdhejeke bi hêza 5,4 pileyan çêbûye.

Li gorî daxuyaniya AFADê, navenda erdhejê navçeya Sîmavê bûye.

Hat zanîn ku gelek bajarên li derdora Kutahyayê hejiyane.

Her wiha Stenbol û Îzmîr jî bi bandora vê erdhejê hejiyane.

Heta niha derbarê hebûn an nebûna ziyanên canî yan madî ti agahiya fermî nehatiye belavkirin.

 

Rudaw

Top