Mesrûr Barzanî rewşa tenduristiya Îsmaîl Beşikçi pirsî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa tenduristiya nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê gelê Kurd Dr. Ismail Beşikçi pirsî û amadebûna xwe jî ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê nîşan da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekî de ragehand: "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28.09.2025ê rewşa tenduristiya nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê gelê Kurd Dr. Ismail Beşikçi pirsî, ku niha li nexweşxaneyê ye.”
Li gor heman daxuyaniyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê peywendiyê de ku bi Weqfa Beşikçi re axivî, daxwaza çarebûnê ji Beşikçi re kir û amadebûna xwe jî ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê ji bo çarekirina wî nîşan da.
Dr. Ismail Beşikçi şeva borî 27.09.2025ê bi nexweşiyekî ketibû û ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat veguhastin.
Ismail Beşikçi li roja 7ê Kanûna sala 1939ê li gundê Îsklîpê yê girêdayî parêzgeha Çorumê ya Tirkiyê di nav malbateke Tirk a dîndar de hat ser dinyayê.
Ew wekî dost û parêzvanekî gelê Kurd tê nasîn, her ji ber vê yekê jî ew 17 sal û du mehan li gelek girtîgehên cuda cuda yên welatê xwe hat girtin û li dawiyê li sala 1974ê hat berdan.
Basnews
