• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê peywendiyekî telefonî ji Serokwezîrê Iraq a Federal wergirt

Gulan Media September 27, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê peywendiyekî telefonî ji Serokwezîrê Iraq a Federal wergirt

Îro 27.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyekî telefonî ji Serokwezîrê Iraq a Federal Mihemed Şiya Sûdanî wergirt.

Di peywendiya telefonî de, her du aliyan ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê wekî destkeftiyek girîng bi nav kirin ku xizmeta hemû Iraqiyan dike.

Serokwezîrê Federal Sûdanî spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo gihîştina vê rêkeftina girîng û Serokwezîr jî destxweşî li Serokwezîrê Iraq a Federal kir ji bo rakirina astengiyên li pêşiya gihîştina rêkeftinê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî kir ku ev rêkeftin rê li ber derxistina Qanûna Petrol û Gazê veke.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê her wiha daxwaz kir ku pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên gelê Kurd bi awayekî bingehîn were çareser kirin da ku gelê Kurd êdî nîgeran nebe. Û got; nabe mûçeyên îsal bên windakirin.

Serokwezîrê Iraq a Federal û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemfikirbûn li ser wê yekê ku divê Herêma Kurdistanê para xwe ji budceya federal a 2026an hebe.

Serokwezîrê Iraq a Federal ragehand ku derfetên aborî yên girîng ji bo pêşkeftina bêtir li seranserê Iraqê, ji Besrayê bigire heya Herêma Kurdistanê, hene.

Di mijareke din a nîqaşê de, girîngiya projeya rêya pêşkeftinê hate nîqaşkirin, ji bo vê armancê, komîteyek taybet ji Bexdayê dê di demek nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bike da ku hemû astengiyên li pêşiya pêkanîna vê projeya girîng ku dê bandorek mezin li ser pêşkeftina aborî bike, rake.

 

Basnews

Top