• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî: Serok Barzani pir bi serkeftî rêbertiya referandûm kir

Gulan Media September 25, 2025 Nûçe
Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî: Serok Barzani pir bi serkeftî rêbertiya referandûm kir

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî, ku di heman demê de endamê Lijneya Bilind a Referandûmê bû, salvegera referandûmê li gelê Kurd û Serok Barzani pîroz kir, ku faktora sereke ya serkeftina referandûmê bû û destxweşî û pîrozbahî li Tirkmenan kir ku li gel Kurdan, Kildanî, Suryanî û Asûrî di vê pêvajoya pîroz de bi ser ketin.

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî Mihemed Îlxanî ji BasNewsê re ragehand: "Pêvajoya referandûmê cureyek hilbijartinê ye, çawa hilbijartin ji bo hilbijartina serokwezîr û encumena yasadanînê têne kirin, da ku gel bikaribe îradeya xwe hilbijêre, referandûm jî proseyek tê encamdan ji bo ku xelk bi awayekî demokratîk nêrîna xwe bide û tiştê ku di referandûmê de girîng bû ev bû ku gelê Kurd bi azadî deng da. Lijneya Bilind a Referandûmê biryar dabû ku divê gel bi azadî deng bide, Parlamentoya Kurdistanê Wekî merciya yasadanînê li Kurdistanê, wî biryara ku divê gelê Kurd referandûmê li dar bixe pejirand, ku tê vê wateyê ku hem piştgiriya yasayî û hem jî ya siyasî û raya giştî hebû. Referandûm di çarçoveya qanûna navneteweyî de hate lidarxistin."

Herwaha got: "Referandûm ne li dijî qanûna navneteweyî û destûra Iraqê bû. Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn mînakek aştî û jiyana hevbeş e. Kurdistan xwedî 30 sal ezmûna demokratîk e. Wê demê DAIŞ metirsiya herî mezin a terorîst bû û Pêşmerge di cîha civaka navneteweyî rûbirûyê wan bû û cîhan parast. Ji ber vê yekê, çi biryarek ku Kurdistan dabe jî ew raste. Kurdistanek ku li dijî terorîzmê di cîha hemû cîhanê de şer dike û li cîhanê demokrasiyê dişopîne, hêjayî referandûmê ye. Ji ber wê jî xelk bi coş û kelecanekî mezin beşdarî referandûmê bû.’’

Navborî got: "Hêzên siyasî yekgirtî bûn û piştgirî dan pêvajoyê. Serok Barzani bi xwe çavdêriya pêvajoyê kir. Wî hem ji aliyê piştgiriya gel ve çavdêrî kir û hem jî pêkhateyan piştgirî dan vê projeyê. Serok Barzanî her projeyek hebe pêkhate piştevaniyê lê dikin û pêkhateyan di mijara referandûmê de roleke girîng lîstin, nemaze di Lijneya Bilind a Referandûmê de û di çarçoveya madeya 140an Tirkmenan jî dengê ‘’Erê’’ dan bo serxwebûna Kurdistanê, di heman demê de hemû civakên din jî bi rêjeyek bilind beşdarî pêvajoyê bûn û piştevanî kirin."

 

Basnews

Top