• Wednesday, 04 February 2026
logo

Wezîrekî Iraqî: Karbidestên gendel ên Wezareta Darayî avahiya wezareta me firotin sermayedarekî

Gulan Media September 24, 2025 Nûçe
Wezîrekî Iraqî: Karbidestên gendel ên Wezareta Darayî avahiya wezareta me firotin sermayedarekî

Wezîrê Werzîş û Ciwanan ê Iraqê eşkere kir ku karbidestên gendel ên Wezareta Darayî ya Iraqê karîne avahiya wezaretê bidin sermayedarekî da ku erdê wî veguherîne projeyek veberhênanê. Herwaha wî veberhênerî jî mesele li dadgehê çareser kir û biryara dawî ji dadgehê wergirt.

Wezîrê Werzîş û Ciwanan Ehmed Muberqe di hevpeyvînek televîzyonî de got, "Avahiya wezareta me ji bo veguherandina wê bo projeyek niştecîhî hat ji sermayedarekî re hat dayîn. Wan dixwest me ji avahiyê derbixin. Proje jî geheştibû qonaxa cîhbicîhkirinê.’’

Herwaha diyar kir, Cîgirê rêveberê giştî yê Wezareta Darayî ya Iraqê ew kar kiriye û got: "Di destpêkê de erd aîdî Wezareta Darayî bû, lê ji bo Wezareta Werzîş û Ciwanan hatiye veqetandin, karmendekî Wezareta Darayî veqetandin betal kiriye û erd veguhestiye veberhênanê ji bo projeyek niştecîhî. Li gorî wê, veberhêner diçe dadgehê û dozê li Wezareta Werzişê û Ciwanan vedike, ku ew erd ji wî re hatiye dayîn û moleta wî ya veberhênanê jî heye û dadgeh jî dibêje ew yek mafê te ye.’’

Wezîrê Werzîş û Ciwanan a Iraqê got: "Dema ku ez hatim, min dît ku veberhêner dixwaze projeyê bicîh bîne, ji ber vê yekê min bi serokê Encumena Dadwerî Dadwer Fayeq Zedan re têkilî danî û dûv re mesele gihîşt wezareta Dad û Edaletê."

Herwaha got: "Dema ku min dosya berhevkirin, derket holê ku li gorî qanûnê, ev erd ji wezareta me re hatiye veqetandin, ji ber vê yekê ne mafên karmendek ne wezîr ne jî serokwezîr e li gor qanûnê wê biryarê hilweşîne. Divê qanûn li Meclîsa Nûneran were sererastkirin, ew jî nabe. Piştre em çûn Encumena Wezîran û biryar hate dayîn ku projeya veberhênanê were betalkirin. Bi vî rengî min avahiya wezareta xwe ji firotinê xilas kir."

 

Basnews

Top