El-Hedes: Zêdekirina alîkariya Amerîkayê ji bo Pêşmerge girîngîdan bi pêgeha Herêma Kurdistanê ye
Li gorî raporekî ku ji aliyê kanala erebî (El-Hedes) ve hatiye weşandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, qonaxeke girîng a di çaksaziyên di warê Pêşmerge de derbas kiriye.
Behsa wê jî hatiye kirin ku reform-çaksazî ji çaksaziyên darayî û îdarî û yekbûna hêzên Pêşmerge bi awayekî navendî bo ser Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, pêk tên.
Amaje bi wê jî hatiye dayîn, ku Amerîka dê îsal 61 milyon dolar bide Pêşmerge, ku li gorî sala borî 5 milyon dolar zêdetir e.
Lê alîkariya xwe ya ji bo hikûmeta Iraqê kêm kiriye. Ev stratejiyek nû ya DYAyê ye ku di hevkêşeyên siyasî yên herêmê de giraniyeke zêdetir dide Herêma Kurdistanê.
Çavdêrekî siyasî di raporê de dibêje ku hêzên Pêşmerge ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û civaka navneteweyî ve bawerî û rêz lê tê girtin, ji ber ku ew di parastina aştî û ewlehiyê de li herêmê xwedî pozîsyon in û ji siyaseta derve bandor nabin.
Basnews
