• Thursday, 05 February 2026
logo

Polîsan bi ser komeleya Kurdan de girt: 6 kes hatin desteserkirin

Gulan Media September 23, 2025 Nûçe
Polîsan bi ser komeleya Kurdan de girt: 6 kes hatin desteserkirin

Polîsên Fransayê li bajarê Draguignanê yê li başûrê welêt ku li peravê Deryaya Spî ye, bi ser avahiya “Navenda Civaka Demokratîk a Kurd” de girt.

Di serdegirtinê de li navenda civakê lêgerîn hat kirin û yek jê hevserok, 6 kes hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya ANFyê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Osman Sonmez û xebatkarên Meclisa Gel a Navenda Civaka Kurd Şahîn Al Ordek, Erdal Çelîk, Şenol Karadag û Ridvan Al Gemî hatin desteserkirin. Navê kesekî jî nehat zanîn. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ser biserdegirtinê daxuyaniyek da û ev kiryar wekî "tiştekî ku nayê fêmkirin û qebûlkirin" nirxand.

Navendê xwest ku "demildest dev ji krîmînalîzekirina gelê Kurd û saziyên wan bê berdan" û bang li Kurdên li Draguignanê kir ku li komeleya xwe xwedî derkevin.

 

Rudaw

Top