Awistralya, Kanada û Brîtanyayê Filistîn nas kirin
Piştî Awistralya, Kanada û Brîtanya, tê payîn ku gelek welatên din Dewleta Filistînê nas bikin. Hat ragihandin ku biryarên nû yên naskirinê dê di konferansa navneteweyî de ku dê di çarçoveya 80emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê were lidarxistin, werin ragihandin.
Hejmara welatên ku Filistînê wekî dewletek nas dikin zêde dibe. Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese ragihand ku welatê wî Dewleta Filistînê bi fermî nas kiriye. Di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî ya X de Albanese got, "Ji îro pê ve, Awistralya Dewleta serbixwe û serwer a Filistînê nas dike. Bi vî rengî, em armancên mafdar û demdirêj ên gelê Filistînê nas dikin." Albanese her wiha piştgiriya Awistralyayê ji bo çareseriya du dewletan dubare kir.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney û herwaha Brîtanyayê jî naskirina Dewleta Filistînê ragihandin.
Tê payîn ku gelek welat biryarên xwe yên naskirinê di konferansa navneteweyî ya li ser "Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Filistînê û Çareseriya Du Dewletan" de, ku dê di çarçoveya 80emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, ku sibê li New Yorkê dest pê dike, were lidarxistin, ragihînin.
Hikûmeta federal a Belçîkayê di destpêka vê mehê de ragihand ku, piştî civîneke awarte ya kabîneyê, biryar daye ku cezayan li ser Îsraîlê ferz bike û Filistînê nas bike. Li gel Belçîkayê, tê payîn ku Luksemburg, Malta, Portekîz, Andorra û San Marîno jî Filistînê wekî dewletek nas bikin.
Basnews
