Şaxewan Ebdula: Peymanên petrol û derveyî – petrolê hatine pêkanîn, tişta maye Hikûmeta Federal mûçeyê fermanberan bişîne
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragehand ku peymana petrolê û dahatên derveyî petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraq a Federal de hatiye pêkanîn û naha li ser hikûmeta federal erkekî exlaqî û yasayî ye ku erkê xwe cîhbicîh bike û mûçeyê fermanberan bişîne.
Îro 21.09.2025ê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula di dema lêdana zengila sala nû ya xwandinê li bajarê Kerkûkê ragehand: ‘’Derbarê mûçeyê Herêma Kurdistanê peymana petrolê û dahatên derveyî petrolê hatiye pêkanîn. Ji bo peymana nû ya navbera Tirkiye û Iraqê jî amadekarî hatine kirin ku di navbera kompanya SOMO û kompanyayên Tirkiyê de bê kirin. Ti astengek nemaye, tişta ku maye Hikûmeta Federal a Iraqê erkekî exlaqî û yasayî li stûyê wê de ye li hember rêkeftina ku hatiye kirin bo ku mûçeyê du mehan xerc bike.’’
Basnews
