• Thursday, 05 February 2026
logo

Hevseroka MSD`ê: Projeya me avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ye

Gulan Media September 15, 2025 Nûçe
Hevseroka MSD`ê: Projeya me avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ye

 Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman, desthilata veguhêz a opozîsyonê bi tundî rexne kir û got: “Vê desthilatê nekarî erkên xwe yên siyasî, ewlehî, leşkerî, îdarî û destûrî pêk bîne.” Qereman ragihand jî, projeya wan avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ye ku hêviyê bide gelê Sûriyê.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro 14ê Îlonê li bajarê Hesekê civîneke berfireh lidar xist û tê de rewşa siyasî ya Sûriyê nirxand.

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman di axaftina xwe de destnîşan kir, desthilata veguhêz di warên siyasî, ewlehî û destûrî de bi erkên xwe ranebûye û ti çareserî ji pirsgirêkên Sûriyê re pêşkêş nekiriye. Got, "Vê desthilatê hikûmeteke ji daxwazên gel dûr ava kiriye û bêhêvîbûn zêde kiriye. Ew nikare dewleteke hemwelatîbûnê li ser bingeha edaletê ava bike."

Li hemberî vê têkçûnê, Qereman tekez kir ku berpirsiyariya MSD'ê ye ku projeyeke niştimanî ya berfireh û dûrî destwerdanên derve ava bike. Diyar kir ku civîna wan gaveke girîng e ji bo "destnîşankirina rêyekê ji bo Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku cihêrengiya xwe biparêze."

Hevseroka MSD'ê armancên xwe yên sereke wek "xurtkirina aramiya navxweyî û avakirina baweriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî" rêz kirin.

Qereman di dawiyê de got, "Em li pêşberî derfeteke dîrokî ne ku gelê Sûriyê paşeroja xwe bi destên xwe binivîse. Armanca me Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk e ku rêzê li mafên hemû welatiyên xwe bigire."

 

Basnwes

 

Top