• Monday, 09 February 2026
logo

AMED – 3 endamên malbatekê bi koronayê mirin

Gulan Media April 21, 2020 Nûçe
AMED – 3 endamên malbatekê bi koronayê mirin
3 endamên malbatekê bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) canê xwe ji dest dan.

Hemwelatiyê Kurd ê bi navê Yilmaz T. ku li Stenbolê niştecih bûbû, berî bi 30 rojan bi vîrusa koronayê ketibû û li naxweşxaneyê çareseriya pizîşkî werdigirt.

Li gor zanyariyan, dayik û xwîşka wî berî 25 rojan ji Ameda Bakurê Kurdistanê çûn Stenbolê û li nexweşxaneyê serdana Yilmaz T. kirin.

Piştî demekê, dayik û keça wê, vegeriyan mala xwe ya li navçeya Farqîn a Amedê. Lê Yilmaz T. tevî hemû karûbarên pizîşkî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha ew dayika bi navê Bedia T. û keça wê ya bi navê Hanim T. ku ji Stenbolê vegeriyabûn, pişkinîn bo wan hat kirin û testa koronayê ya herduyan jî pozîtîv der çû û li ser vê yekê herdu bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Lêbelê wan herduyan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan. Bi vî awayî 3 kesên ji malbatekê bi koronayê canê xwe ji dest dan.

Li aliyê din, kesûkarên wê malbatê yên li navçeya Farqîn û Amedê, hatin kerentînkirin.

Rudaw
Top