• Saturday, 07 February 2026
logo

Keremo bi belgefîlma ‘Kirasê ji Agir’ dîroka Cemiyeta Azadiyê zelal dike

Gulan Media September 5, 2025 Hunerî
Keremo bi belgefîlma ‘Kirasê ji Agir’ dîroka Cemiyeta Azadiyê zelal dike

Belgefîlma bi navê “Kirasê ji Agir” a li ser jiyana Xalid Begê Cibirî hat amadekirin.

Çêker û derhênerê belgefîlmê Keremo ye ku heta niha gelek belgefîlmên bi Kurdî li ser dîrok û kelepûra Kurdan amade kirine û xwedî gelek xelatan e.

Amadekirina belgefîlmê nêzîkî 2 salan ajotiye.

Girtina fîlmê li Tirkiye, Ewropa û Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.

Di nava fîlmê de gelek belge, materyal û agahiyên nû hene.

Mijara belgefîlmê bêhtir li ser damezirandin û xebatên Cemiyeta Îstiqlalê û Îstiqlala Kurdistanê ye ku wekî Cemiyeta Azadiyê jî tê naskirin.

Ev belgefîlm gelek tiştên ku nayên zanîn zelal dike.

Keremo cara yekem e ku di projeyeke xwe de sûd ji hişê çêkirî wergirtiye.

Ji bo vê projeyê bi 20 kesan re hevpeyvîn hatine kirin ku 3 ji wan biraziyên Xalid Beg in û kesên din hemû jî lêkolîner û akademîsyen in.

Derhêneriya dîmenan Sercan Yurek, montaj û edîtorî jî ji aliyê Îlyas Kaya û Kurdo Zanyar ve hatine kirine.

Belgefîlm 90 xulek e û dê galaya xwe ya yekem Çiriya Pêşînê li Amedê bike.

 

Rudaw

Top