Rojnameyeke Iraqî: Hikûmeta Sûdanî li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şaşiyeke stratejîk kir
Rojnameyeke Iraqî ragihand ji ber xeletiya stratejîk a hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, naha duhola şer li navçeyê tê lêxistin.
Li gor raportekî rojnameya Al Madî ya Iraqê, îro 03.09.2025ê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê bigehe Sultanetiya Umanê ku Uman bibe navbeynkar di navbera Iraq û rêveberiya Trump de û ji bo sererastkirina wê xeletiya stratejîk ku Iraqê derbarê vekêşîna hêzên Amerîkayê de kiriye.
Vê derbarê de lêkolînvan û akademîsyen û Serokê Navenda Ramanên Siyasî Îhsan Şemerî ji rojnameyê re ragehandiye ku: "Ez difikirim ku Sûdanî li navbeynkarekî digere ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi rêya hin tedbîran dest bi zextê li ser hikûmet û Iraqê jî bi giştî kiriye. Ji bo wê jî serdana xwe de çend pirsekan dê gotûbêj bike ku yek ji wan jî mijara hilweşandin û bêçek kirina milîsane."
Herwaha ragehand, rapor nîşan didin ku tîma Donald Trump ji hevsengiya siyasî ya heyî ya li Iraqê hez nake û napejirîne.
Vê derbarê de Serokê Navenda Erebî – Australia ya lêkolînên stratejîk Ehmed Yasrî jî ji heman rojnameyê re ragehand: "Iraq û hikûmeta Sûdanî dizanin ku ew di kêliyek biryardar de dijîn ku hemû derî têne girtin. Vekişîna leşkerên Amerîkî dibe ku nîşana girtina hevpeymaniya navneteweyî û bidawîbûna têkiliya stratejîk bi Washingtonê re be,"
Herwaha diyar kir: "Iraq ditirse ku Dewletên Yekbûyî ji peymana xwe ya stratejîk bi Iraqê re vekişe, ku dê rejîma siyasî ya Bexdayê bihejîne û bibe sedema windakirina çavdêriya ewlehiyê ya Amerîkî, ku bi kêmanî deriyên rojava û bakurê Iraqê diparêze.
Li gor baweriya wî lêkolînerî, hikûmeta Sûdanî pir dereng fêm kir ku tevlîbûna ramana çarçoveyek hevrêzkirinê û zexta ji Îranê ji bo vekişandina leşkerên Amerîkî ji Iraqê xeletiyek stratejîk bû ku "îro hewl dide pencereyek veke berî ku derî werin girtin."
Basnews
