• Saturday, 07 February 2026
logo

Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê: Gaveke nû ber bi vejîneke bazirganî ya navçeyê ve

Gulan Media August 24, 2025 Hunerî
Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê: Gaveke nû ber bi vejîneke bazirganî ya navçeyê ve

Ji bo cara yekemîn di dîroka Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, pêşangeheke mezin a navdewletî bi beşdariya zêdetirî 70 kompaniyên navxweyî û biyanî tê lidarxistin. Serokê Jûra Bazirganiyê ya Zaxoyê dibêje, ev pêngav dê sektora aborî ya herêmê bi awayekî berbiçav geş bike.

Serokê Jûra Bazirganiyê ya Zaxoyê Letîf Osman ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, pêşangeh dê di 21ê Îlona bê de dest pê û dê kompaniyên navxweyî û biyanî tê de beşdar bin.

Letîf Osman da zanîn, vekirina pêşangehê hevdem e bi salvegera damezrandina Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û wiha got: "Pêşangeh dê kompaniyên di warên xwarin, otomobîl, geştûguzarî û gelek warên din de li xwe bigire. Zêdetirî 80% ji cihên pêşangehê hatine girtin û tê payîn ku vekirina wê bibe sedema geşbûna bazirganiyê li herêmê."

Pêşangeh dê li holeke nû û taybet were lidarxistin ku li ser rûberê 5 hezar metrekareyî hatiye avakirin.

Projeyeke stratejîk a bi bihayê 9 milyon dolarî

Proje ne tenê ji holeke pêşangehê pêk tê; ew beşek ji projeyeke stratejîk a hikûmetê ye ku holeke konferansan, parkeke otomobîlan a bi rûberê 8 hezar metreyî û rêyeke taybet a 300 metrî jî li xwe digire. Ev proje li nav avahiya Zanîngeha Zaxoyê û bi bihayê zêdetirî 9 milyon dolarî hatiye çêkirin. Armanc ji çêkirina rêya taybet ew e ku pêşî li qerebalixiyê li nav zanîngehê bê girtin.

Tê payîn ku di pêşerojê de pêşangehên taybet di warên wekî geştûguzarî, bijîşkî, pirtûk û otomobîlan de jî werin lidarxistin, ku dê derfetên nû ji bo bazirgan û veberhêneran biafirînin.

 

K24

Top