Civata Ewlehiya Îsraîlê biryara dagirkirina Xezeyê pejirand
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê îro 08.08.2025ê ragihand, “Tevî dijayetiya serkirdetiya leşkerî, Civata Ewlekariyê ya Îsraîlê pêşniyara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo dagirkirina tevahiya Xezeyê pejirand.”
Rojnameyên Jerusalem Post û Israel Hayomê parve kiriye ku, Hikûmeta Îsraîlê pêşniyara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo dagirkirina tevahiya Xezeyê pejirandiye.
Medyayan ragihandiye ku Civata Ewlekariyê ya Îsraîlê pêşniyara Serokwezîrê Îsraîlê ji bo şkandina Hamasê pejirand û got, “Artêşa Îsraîlê amadekariyan dike ku Xezeyê kontrol bike, di eynî demê de li derveyî deverên şer alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkî dike.
Peyamnêrê Ajansa Axiosê ya Amerîkayî ya Nûçeyan Barack Ravid jî ji aliyê xwe ve li ser platforma Xê li ser bingeha zanyar û gotinên rayedarekî Îsraîlî ku navê wî parve nekir, raporek weşand û tê de bal kişand ser Civata Ewlekariyê ya Îsraîlê li ser pêşniyara Netanyahu ji bo dagirkirina Xezeyê.
Piştî vê biryara Civata Ewlekariyê ya Îsraîlê, malbatên wan rehîneyên ku hîn jî di destê Hamasê de ne ditirsin ku kurên wan di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de bên kuştin, ji ber vê yekê ew li dijî biryara Civata Ewlekariyê ya Îsraîlê derketin ser cadeyan û daxwaza hilweşandina wê biryarê dikin.
Berpirsên berê yên Civata Ewlekariyê ya Îsraîlê Amajeyê didin ku, ew li dijî biryara Civata Ewlekariyê ne, ji ber ku wê planê dê feydeke leşkerî ya kêm hebe û dê zêdetir zirarê bide rehîneyan.
Rojnameya Yedioth Ahronothê di raporeke rojnamevanî de ragihand ku Serokê Erkanên Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir li dijî plana Netanyahu nerazîbûna xwe nîşan daye û dibêje, “Bicîhanîna vê planê dibe ku du salan vekêşe û leşkerên wan bi mirinê re rû bi rû bibin, tevî ku jiyana rehîneyan dikeve xetereyeke mezin.” Serokê Erkanên Artêşa Îsraîlê ragihand ku, ew li ser helwesta xwe ya li dijî plana Netanyahu israr dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh 07.08.2025ê di hevpeyvînekî taybet de bi tora Fox Newsê ya Amerîkayî re israra xwe ji bo dagirkirina Xezeyê tekez kir û got, “Piştî dagirkirinê, em dê birêvebirina wê bispêrin hêzên Ereb.”
Benjamin Netanyahu tekez jî kir ku, niyeta wan heye ku zincîra biyabanê kontrol bikin, ku dirêjahiya wê 42 kîlometr e. Herwesa got ku, niyeta wan heye ku li ser dirêjahiya wan 42 kîlometran kembereke ewlehiyê çê bikin, lê naxwazin wê bi rê ve bibin.
Basnews
