• Saturday, 07 February 2026
logo

Silêmanî: Tometbarekî li ser dusyeya kuştina xwîşka xwe, xwe radestî polîs kir

Silêmanî: Tometbarekî li ser dusyeya kuştina xwîşka xwe, xwe radestî polîs kir

Kesekî li ser kuştina xwîşka xwe, xwe radestî hêzên rêveberiya polîsê Silêmaniyê kir.

Rêveberiya polîsê parêzgeha Silêmaniyê ragehandiye: “Piştî ku îro piştî nîvro 2.08.2025, hêzên polîsê Silêmaniyê hatine agahdar kirin di hebûna bûyereke kuştinê li taxa Şêx Ebdulqadirê Çuêse li bajarê Silêmaniyê, yekser tîmên polîsê Silêmaniyê gehiştine cihê bûyerê û lêkolîn û kontrola temam encamdan.”

Amaje bi wê jî hatiye dayîn: “Bibiryara Dadwerê hêzên beşa polîsê nehîştina tawanan, polîsê hewarçûnê ya Silêmaniyê û tîmên desgeha asayîşa Herêmê bi lêkolînê xwe ve dest bi dîtina tometbar kirin û di encam de tometbar xwe radestî hêzên polîsê Silêmaniyê kir.”

Herwaha aşkera jî kiriye: “Niha tometbar T. S. A. bi biryara Dadwer û bi tometa kuştina xwîşka xwe, li gor madeya 406 li yasaya cezayên Iraqê tê ragirtin û di derbarê bûyerê de jî lêkolîn û lîpirsîn berdewame.”

 

Basnews

Top