Întifaz Qember siyasetmedarê Iraqî: 2 milyar û 500 mîlyon dolar li banka Rafîdeyn a Iraqê nediyare
Siyasetmedarê Iraqî Întîfaz Qembar di bernameyeke televîzyonî de gendeliya darayî li Iraqê eşkere kir û got ku windabûna herî mezin a pereyan di Banka Rafîdeyn de çêbûye.
Qenber dibêje: “Li gorî agahiyên rast û pêbawer, 2.5 milyar dolar ji Banka Rafîdeyn winda bûne. Ev jî hemû diziya plankirî ye di nav dewletê de, hemû ji ber xemsariya Dîwana Çavdêriya Darayî ye."
Herwaha dibêje, “Wezîra Darayî ya Iraqê Taîf Samî alîkara pêvajoyê ye, wekî din çawa pêvajoya darayî ya bankê 9 salan nayê nirxandin, di demekê de ku li gorî qanûnê, Dîwana Çavdêriya Darayî divê her sal danûstandinên bankayan binirxîne, herwaha divê bi rêya kompanyayên navneteweyî ve, bi awayekî zelal û aşkera lêkolîn û çavdêrî bê kirin.”
Amaje bi wê jî daye, “Ya ku Wezareta Darayî û Taîf Samî dikin eve ku destûr nadin Dîwana Çavdêriya Darayî an jî şîrketek navneteweyî ku danûstandinên Banka Rafîdîn binirxîne. Taîf nikare vê gendeliyê bike heya ku toreke berfireh a gendeliyê li dora wê tune be."
Hêjayî gotinê ye ku heta niha ne Banka Rafîdeyn û ne jî Wezareta Darayî ya Iraqê bersiva van axaftinên Întîfaz Qemberî neda ye.
Basnews
