• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Bexdayê şer di navbera milîsên Heşdî Şeibî û hêzên ewlehiyê de pêkhat – Efserekî payebilind hat kuştin

Li Bexdayê şer di navbera milîsên Heşdî Şeibî û hêzên ewlehiyê de pêkhat – Efserekî payebilind hat kuştin

Îro 27.07.2025ê li navçeya Seydiye ya li başûrê Bexda ya paytexta Iraqê, di navbera çekdarên Heşdî Şeibî û hêzên ewlehiya Iraqê de şer derket.

Çavkaniyekî ragehand, şer ji ber rê nehatiye dayîn rêveberekî fermangeha çandiniyê li Bexdayê li cîha wî bê tayînkirin û şer ji ber wê derketiye.

Li gor heman çavkaniyê rêveberê wê fermangehê red kiriye ku paye û erka xwe ji kesekî din re bihêle û piştre jî şer û alozî derketiye.

Hat zanîn şer mezin bûye û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne û yek ji kuştiyan efserekî payeya wî emîd bûye, lê derbarê bûyerê de zanyariyên zêdetir nehatin aşkera kirin.

 

Basnews

Top