Li ser spardeya Mesrûr Barzanî, li peymangeh û zanîngehan de asankariyên taybet ji bo rizgarbûyên dest DAIŞê tê kirin
Li ser spardeya Serokê Hikûmetê asankariyên taybet ji bo rizgarbûyên dest DAIŞê tê kirin, ji bo wê jî nivîsek taybet ji Wezareta Xwandina Bilind re hat şandin.
Li ser peywirdarkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Dr. Umêd Sebah nivîsek ji Wezareta Xwandina Bilind re şand û di nameyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku; Ji bo hêsankirina vegerê û berdewamiya pêvajoya perwerdehiyê ji bo kesên ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne, bi taybetî rizgarbûyên Êzidî, ku navên wan di lîsteya kesên ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne de hatine tomar kirin, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, gavên pêwîst bavêje:
Çarçoveyek ji bo qebûlkirina kesên ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne li hemû zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê di perwerdehiya seretayî û bilind de diyar bikin û asankariyên guncaw bi berçavgirtina asta zanistî ji bo wan dabîn bikin.
Muafiyeta ji xercên xwendina paralel li hemû zanîngeh û peymangehên ser bi wezaretê.
Sûdmendên her du xalên jorîn tenê ew kesên ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne di lîsteya kesên ku ji hêla rayedarên hikûmetê yên têkildar ve hatine tomar kirin li xwe digre.
Basnews
