NY: Rewşa li Xezeyê heyî tirsnak e
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)Antonio Guterres îro sêşemê ragehandiye ku rewşa li Xeze ya ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê "fîlmekî tirsnak" e.
Herwaha dibêje, "Tiştê ku li Xezeyê diqewime di dîroka nûjen de wekî wê nebû ye.”
Li gorî agahiyan, di du mehên borî de bi hezaran Filistînî ji ber şer û dorpêça li Xezeyê ji birçîbûnê mirine.
Rojane jî, bi dehan kes ji birçîbûnê dimrin an jî bêhiş dibin.
Basnews
