• Sunday, 08 February 2026
logo

Dadgeha Federal giliyên li dijî peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkî de red kir

Dadgeha Federal giliyên li dijî peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkî de red kir

Dadgeha Federal a Iraqê giliyên derbarê peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkî de pêkhatibûn red kir û doz û giliyekî din jî pûç nasand.

Îro 20.07.2025ê Dadgeha Federal a Iraqê, di malpera xwe ya fermî de naveroka biryarên xwe yên li ser du giliyan eşkere kir.

Di giliya yekem de ji dadgehê hat xwestin ku peymanên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi du şîrketên Amerîkî ‘’Western Zagros û HKN Energy’’ re di 19ê Gulana 2025an de derbarê zeviyên Miran û Topxane - Girdamîr de îmze kirine, ne li gorî destûrê pênase bike. Lêbelê, dadgehê biryara red kirina wê gilî û daxwazê kir.

Di giliya duyem de jî hat xwestin ku peyman nederbasdar werin pênase kirin û daxwaz kiribû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêbendkirin ku ti peymanekî bê razîbûna Hikûmeta Federal a Iraqê îmza neke, lê dadgeha federal ew gilî jî wekî pûç an jî betal pênase kir û red kir.

Vê derbarê de Aborînas Nebîl Mersûmî li ser tora xwe ya civakî ya Facebookê got, "Peymanên Herêma Kurdistanê yasayî ne û herêm xwediyê desthilatê ye ku bi şîrketên biyanî re peymanan îmza bike, wekî ku Dadgeha Federal a Iraqê jî biryar li ser daye.’’

 

Basnews

Top