Li Suweydayê hejmara qurbaniyan gihîşt 940 kesan
Hejmara qurbaniyên pevçûnên di navbera Dûrzî û Bedewiyên navçeyê li başûrê Sûriyê de gihîştiye 940 kesan.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê îro Şemiyê ragehandiye piştî ku agirbest hatibû kirin, careke din şerê di navbera Dûrzî û deştiyên-Bedewiyên herêmê de dest pê kiriye, bi vê jî, di heft rojên şer de 940 kes ji Dûrzî û Bedewî û hêzên Ehmed Şera hatine kuştin.
Piştî ku hefteya borî di navbera Dûrzî û Bedewiyên Suweydayê de şerekî civakî derket, hêzên Ehmed Şera ber bi herêmê ve çûn û êrîşî Dûrziyan kirin, piştî wê Îsraîlê bi rêya êrîşên esmanî ew hêz da paşvekêşan.
Basnews
