Lêkolînerekî Iraqî hikûmeta Iraqê derbarê êrîşên dronan de hişyar kir
Lêkolînerê Iraqî hikûmeta Iraqê li ser encamên metirsîdar ên êrîşên berdewam ên bi dronan li ser parzûngehên petrolê li Herêma Kurdistanê û her beşek din a Iraqê hişyar kir.
Lêkolînerê Iraqî Mustafa Taî, îro 16.07.2025ê ji Baghdad Al-Yewm re got ku berdewamiya van êrîşan bêyî daxuyaniyek zelal li ser aliyê berpirsiyar, gefek rasterast li ser ewlehî û serweriya dewletê ye. Herwaha serweriya dewletê dixe metirsiyê û lawaziyekî gelek xirab a di sîstema ewlehiyê de nîşan dide. Derveyî wê jî peyama nerênî bo navxwe û derve dişîne ku esmanê Iraqê bê ti rêgiriyek ji hemû destwerdan û êrîşeke derve re vekiriye.
Herwaha diyar kir, nîgeranî zêdetir dibin bi dubarekirina van binpêkirinan, nemaze bi nebûna her tedbîr û pêşîlêgirtinê, fikar zêde dibin, ku dê baweriya welatiyan bi şiyana dewletê ya parastina asîman û welatiyên wê winda bike.
Mustefa Taî diyar kir: "Divê hikûmet û serokatiya ewlehî û leşkerî berpirsiyariya rasterast ji bo eşkerekirina çavkaniya van balafiran û cihên firîna wan, çalakkirina pergalên parastina hewayî û hişyariya zû û agahdarkirina gel û parlamentoyê ji encamên lêpirsînê bi awayekî zelal bigirin ser xwe."
Lêkolînerê Iraqî tekez kir ku gelek metirsîdar e ku bêdengiya fermî li hember van binpêkirinan berdewam bike. Wî got ku divê Parlamentoya Iraqê tavilê tevbigerin û lêpirsînek berfireh bi aliyên peywendîdar re li ser mijara ewlehiyê bidin destpêkirin, ji ber ku berdewamiya vê yekê dê bibe sedema bêtir bêîstîqrariyê li Iraqê.
Li gorî şîrketa petrolê ya Amerîkî HKN, Herêma Kurdistana Iraqê rêze êrîşên nû yên bi dronan li dijî zeviyên petrolê yên li navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê dîtiye, ku bûye sedema zirara madî û rawestandina demkî ya wan navendên ku bûn armanc a li hin ji tesîsên hedefgirtî.
Ev ne êrîşa yekem e, lê di rojên dawî de, êrîşên bi vî rengî li ser parzûngehên petrolê yên li Hewlêrê û Duhokê hatine kirin û duh sibê, li navçeya Tekiye ya parêzgeha Silêmaniyê, droneke din li herêmeke niştecihbûnê ket xwarê.
Tevî van bûyerên dubare, hikûmeta Iraqê an rayedarên ewlehiyê yên peywendîdar ti daxuyaniyek fermî vê derbarê de nedane ku berpirsiyarên van êrîşan, an jî cewherê balafirên ku hatine bikar anîn û çavkaniya wan diyar bike.
Fikarên li ser bêdengiya fermî ya li ser van êrîşan zêde dibin, nemaze ji ber ku ev êrîş saziyên aborî yên krîtîk hedef digirin, bêyî ku daxuyaniyek fermî ya encamên lêpirsînên ewlehiyê yên ku dezgehên bicîhanînê eşkere dikin, an jî tedbîrên pratîkî yên hikûmetê ji bo parastina van çavkaniyên aborî eşkere dikin.
Basnews
