Encûmena Wezîran rizamendî li ser lihevtêgehiştina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a li ser mûçe û mafên darayî da
Îro 16.07.2025, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiyan.
Di destpêka civînê de, Encûmena Wezîran bi awayekî herî tund, êrîşên terorîstî yên ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî parzûngehên petrolên Herêmê şermezar kir, ku ziyaneke zêde ya madeyan gehendiye proseya berhemanîna petrolê û armanca van êrîşan, lêdana binesaziya aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê ye. Encûmena Wezîran daxwaz li hikûmeta Federal dike ku erkê xwe bi cîh bîne ji bo ku sînorek bo wan êrîşan bê dayîn û tedbîrên yasayî jî li hember wan têkderan bê wergirtin.
Encûmena Wezîran pişrte di derbarê mijar û xalên di civînê de gotûbêj kir, ku taybet ji bo nirxandina rewşa darayî ya Herêma Kurdistan û aliyên danûstandin û gotûbêjan li gel Hikûmeta Federal a di der bare mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de bû.
Serokwzîr û cîgirê Serokwezîr, hûrgiliyên wan lihevtêgehiştinên hevbeş ên ku duh li Bexdayê taybet bi dabînkirna mafên darayî yên Herêma Kurdistan û pêbendbûnên Herêmê hatine nirxandin, aşkera kirin.
Piştî gotûbêj û nêrînveguherînê, Encûmena Wezîran pêşwazî li wê lihevtêgehiştinê kir û biryar da bi cîbicîkirina naveroka wê lihevtêgehiştinê, ku biryare li hember de Hikûmeta Federal, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.
Basnews
