Berdevkê Hikûmetê: Hewler û Bexda li ser dahatên petrol û derveyî-petrolê gihîştine rêkeftineke destpêkê
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand; ku rêkeftina heyî ya di navbera Hewler û Bexdayê de rêkeftineke destpêkê ye û piştre her du hikûmet dê rêkeftineke berfireh bikin.
Îro 16.07.2025ê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşawa Hewramanî ji 24 re ragehand: Serokwezîr Mesrûr Barzanî lihevtêgeheştina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a derbarê dahatên petrol û derveyî-petrolê biriye civîna îro ya Civata Wezîran û piştî gotûbêjan, Civata Wezîran rizamengî li ser wê lihevtêgeheştinê daye.’’
Herwaha diyar kir: "Peyman li ser dahatên derveyî-petrol û petrolê ye û wekî destpêk, hikûmeta federal dê mûçeyên van mehan ên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide, piştî vê peymanê, her du hikûmet dê peymanek berfirehtir bikin.
Îro 16.07.2025ê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ve, serokatiya civîna Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Li gor daxuyaniya Civata Wezîran di destpêka civînê de Civata Wezîran bi awayekî herî tund, êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî li ser parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar kir, ku ziyaneke mezin ê darayî daye proseya berhemanîna petrolê. Armanca êrîşan zirardayîna binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê ye.
Civata Wezîran daxwaz ji Hikûmeta li hikûmeta federal kir ku erkê xwe yê rawestandina van êrîşan bicîh bîne û li dijî tewanbaran tedbîrên qanûnî bigire.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku piştî nîqaş û danûstandinan, Encumena Wezîran pêşwazî li peymanê kir û biryar da ku naveroka peymanê bicîh bîne ku hikûmeta federal dê mûçe û mafên darayî ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Ev yek di demekî de ye ku çend roje êrîşên bi dron li ser bîr û parzûngehên petrola Herêma Kurdistanê tên kirin û Hikûmeta Iraqê ji 75 rojan zêdetire mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê neşandiye.
Basnews
