• Sunday, 08 February 2026
logo

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê li ser êrîşên bi dronan li ser zeviyên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di beyanameyê de hat ragehandin Amerîka êrîşên bi dronan ên vê dawiyê li seranserê Iraqê, tevî yên di 14 û 15ê Tîrmehê de li ser binesaziya krîtîk a li zeviyên petrolê yên Xormele û Sersingê yên li Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Herwaha amaje bi wê yekê hat kirin ku; "Divê hikûmeta Iraqê desthilatdariya xwe bikar bîne da ku rê li ber komên çekdar bigire ku van êrîşan li dijî cihên di nav axa wê de bikin, tevî cihên ku şîrketên Iraqî û navneteweyî li ser pêşeroja Iraqê veberhênan kirine. Ev êrîş nayên qebûlkirin, serweriya Iraqê qels dikin û hewldanên Iraqê yên ji bo kişandina veberhênana biyanî têk dibin.’’

Hat gotin: "Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku lêkolîn bike ka kî li pişt van êrîşan e û wan berpirsiyar bigire.’’

Basnews

Top