• Sunday, 08 February 2026
logo

Ji Nazim Şêxanî bo Musena Emîn: Piştî 30 salan ji azadiyê, parlamenterên îslamî yên Kurd ji bo Bexdayê cehştiyê dikin, lê ti hesabek ji bo wan nayê kirin

Ji Nazim Şêxanî bo Musena Emîn: Piştî 30 salan ji azadiyê, parlamenterên îslamî yên Kurd ji bo Bexdayê cehştiyê dikin, lê ti hesabek ji bo wan nayê kirin

Nivîskar û çavdêrekî siyasî bersiva endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn da û got ku ecêb e ku piştî 30 salan azadiyê, piraniya parlamenterên îslamî yên Kurd ji bo Bexdayê cehştiyê dikin û dîsa jî ti hesabek ji bo wan nayê kirin.

Endamê parlementoya Iraqê yê ser bi fraksiyona Yekgirtûya Îslamî Musena Emîn, ku demek dirêj e di berjewendiya rayedarên milîsên mezhebî yên li Bexdayê diaxive û xelkekî zêde di sosyal medyayê de henekên xwe pê dikin û jê re dibêjin berdevkê wergêr û zurnevanê desthilatdariya mûçebir a Bexdayê, rexne li şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku qaşo ji bo mûçe lava dikin, lê li gel wê jî Bexda mûçe nade.

Di bersivê de, nivîskar û çavdêrê siyasî Nazim Şêxanî ji BasNewsê re ragehand: "Berî her tiştî, heke şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lavakirina mûçeyan çûye Bexdayê jî, ne şerm e û ne jî xelet e. Ji ber ku mirov asayî ye daxwaza mafê gelê xwe bike, ev yek vê nîşan dide ku şandeyên Herêma Kurdistanê ji dil kar dikin û ji bo mûçegirên Kurdistanê hemû hewldanekî didin.’’

Herwaha got: "Şerm û abûrçûn ew e ku Musena Emîn û yên wek wî bi dengê gelê Kurd diçin parlementoya Iraqê. Naz û nîmetên mezin bidest dixin û mûçe û dewlemendî û îmtiyaz bidest dixin, lê dijî mafên gelê Kurdistanê tevdigerin û li dijî Herêma Kurdistanê diaxivin. Ji wê jî xiraptir û şermtir bi zimanê kurdî polemîkan û derewan û berovajî kirinê derbarê gelê Kurdistanê dikin. Ew lekeya herî mezine di eniya wan de, dê rojekî gelê kurd jî wan li ser wan reftaran ceza bike. bi rastî gelek şerme bo wan wek cehş rezîl û riswa bûne û li ber lingên kesên ku mûçeyên gelê Kurd qut dikin rûnin. Piştre jî tên derve gotinan wan wergêrî kurdî dikin û bahaneyan ji bo qutkirina mûçe tînin. Ez nizanim kengê ew ê ji xwe şerm bikin."

Nazim Şêxanî diyar kir: "Gelê Kurd nirxa azadiyê dizane, ji ber vê yekê ew amade ne ku ji bo mafên xwe şer bikin û şermezariyê qebûl nakin. Lê mixabin, piştî 30 salan azadiyê, parlementerên îslamî yên Kurd ji bo Bexdayê cehştiyê dikin. tişta ku cîhê pêkenînê ye ew cehşane ji aliyê desthilatdariya Bexdayê ve ti hesabek ji bo wan nayê kirin. Gelek caran wek wergêr û tercuman bikartînin, wan dikin berdevk. Ji ber vê yekê, cehş çi bêje, ji ber ku wan şerma xwe ya siyasî winda kiriye, wek gotina Kurdî ku tê gotin mîna cama şikestî ye, nayê çêkirin û şikestiye û ne pêkane cam û şûşeya şikestî bê çêkirin, ji ber vê yekê gotinên mirovên weha ti nirxa xwe nînin."

 

Basnews

Top