Amerîka êrîşên dronî yên li ser zeviyên petrolê yên Kurdistanê şermezar dike
Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê êrîşên dronî yên li ser zeviyên petrolê li Herêma Kurdistanê şermezar dike û dibêje, “Divê hikûmeta Iraqê rêyê li ber milîş û komên çekdar bigire.”
Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê îro (Sêşem, 15ê Tîrmeha 2025ê) peyamek weşand û tê de êrîşên dawiyê yên bi dronan li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Balyozxaneya Amerîkayê got, “Wîlayetên Yekgritî yên Amerîkayê êrîşên bi dronan ên vê dawiyê li seranserî Iraqê, tevî her du êrîşên bi dronan ên 14 û 15ê Tîrmehê jî li ser jêrxaneya girîng a zeviyên petrolê yên Xurmeleyê û Sersinkê li Herêma Kurdistana Iraqê, şermezar dike.”
Balyozxaneya navbirî amaje jî da, "Divê hikûmeta Iraqê desthilata xwe bi kar bîne da ku rêyê li ber milîs û komên din ên çekdar bigire, ku wan êrîşan li ser wan cihan di hundurê welat de nekin, tevî wan cihên ku şîrketên Iraqî û navneteweyî li ser paşeroja Iraqê veberhênan kirine.”
Balyozxaneya Amerîkayê li wê bawerê ye ku, ew êrîş nayên qebûlkirin û li ser serweriya Iraqê gef in û astengan dixin di rêya bizavên Iraqê yên kişandina bala veberhênerên biyanî de. Herwesa dibêje, “Em hikûmeta Iraqê pal dikin ku lêpirsînê bike ka kî li pişt wan êrîşan e û wan rûbirûyî berpirsyarîtiya wan bike.”
K24
