• Sunday, 08 February 2026
logo

PDK û YNK: Em ê qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê biparêzin

PDK û YNK: Em ê qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê biparêzin

Civîna Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî bi dawî hat û daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin.

Li gor daxuyaniyê, herdu alî li ser wê yekê li hev kirine ku hemû hewl bên zêdekirin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Her wiha hat tekezkirin ku hemû pêngavên pêwîst di çarçoveya destûrê de û bi hevahengiya herdu aliyan bên avêtin.

Beşeke din a civînê taybet bû bi xurtkirina pêwendiyên navbera PDK û YNKê bû, bi armanca derbaskirina astengiyan û parastina qeware û destkeftên Herêma Kurdistanê.

Di heman demê de, PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê kirin, da ku di çareserkirina pirsgirêkan de bibin alîkar û piştgir.

 

K24

Top