Sûriye – Hêzên artêşê ketin Suweydayê
Di pevçûnên di navbera hêzên ewlehiya Sûriyê û Durzîyan de li bajarê Suweydayê zêdetirî 100 kesan hatine kuştin.
Îro 15.07.2025ê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di daxuyaniyekê de got ku hêzên Sûriyê ketine sînorê bajarê Suweydayê û şer li herêmê berdewam dike. Herwaha hêzên Sûriyê berî bikevin navçeyê bi hewanan çend deverên niştecihbûnê bombebaran kirin û şer berdewam dike, heta naha zêdetirî 100 kes hatine kuştin.
Herwaha hat ragehandin ku 61 kes ji kuştiyan xelkê Suweydayê ne û nav wan de du zarok û du jin hene. Herwaha 18 kesên din jî xelkê derdora Suweydayê ne û 16 kesên din jî ji hêzên ewlehiya Sûriyê ne hatine kuştin. Nasnameya 7 kesên din jî ku hatine kuştin ne diyare, lê cilên leşkerî li ber wan bûne û dehan kesên din jî birîndar bûne.
Şeva borî, hêzên Sûriyê ketin bajarokê Walgha yê nêzîkî Suweydayê, ku sê kîlometre dûrî navenda bajêr e.
Roja Duşemê, Durziyên Sûrî gotin ku divê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê nekevin nav bajêr û bang li hêzên navneteweyî kirin ku wan biparêzin.
Lê îro Sêşemê, Wezareta Berevaniya Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku hêzên artêşê ketine nav bajarê Suweydayê.
Basnews
