• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî beşdarî merasîma Roja Niştimanî ya Fransayê bû

Serok Barzanî beşdarî merasîma Roja Niştimanî ya Fransayê bû

Serok Barzanî pîrozbahiya Roja Niştimanî ya Fransayê li Konsolê Giştî yê wî welatî li Hewlêrê kir.

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Barzanî îro 14ê Tîrmehê li Otêla Rotana ya bajarê Hewlêrê beşdarî di merasîma bîranîna Roja Niştimanî ya Fransayê de bû.

Baregeha Barzanî herwiha amaje pê da, di merasîmê de, ku ji aliyê Konsolxaneya Giştî ya Fransayê ve li Hewlêrê hatibû amadekirin û bi amadebûna hejmareke berçav a mêvanên navxweyî û biyanî birêve çû, Serok Barzanî pîrozbahiya Roja Niştimanî ya Fransayê li Konsolê Giştî yê wî welatî li Hewlêrê kir.

 

K24

Top