• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzani 2 milyar dînarên din ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li Hewlêrê dabîn kir

Mesrûr Barzani 2 milyar dînarên din ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li Hewlêrê dabîn kir

 Îro êvarê 14.07.2025, parêzgariya Hewlêrê di rûpela xwe ya taybet a tora civakî Facebookê de belav kiriye ku bi serperestiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, li dîwana parêzgehê, ji bo çareseriya av û astengî û pirsgirêkên kêmbûna elektirîka giştî ya li derdora bajarê Hewlêrê civîneke taybet hat encamdan.

Di daxuyaniyê de ku taybet ji bo pirsgirêkên kêm avî li derdora bajarê Hewlêrê bû, parêzgarê Hewlêrê, bal kişande ser wê plan û bername û projeyên ku di salên borî de bi piştevanî û li ser ferman û sparteya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo çareseriya kêm avî li tevahiya sînorê parêzgeha Hewlêrê hatin encamdan û bi wê sayê karîye qonaxa pir baş bimeşin û heta cihekî zêde astengî û pirsgirêk kêm bûne, di wê derbarê de jî destxweşî li aliyên pêywendîdar kir û hewil û westandina wan bilind nirxandin.

Piştre kêfxweşiya xwe bi temamkirin û xebitandina xeta yekem a projeya ava awarte ya Hewlêrê û girêdana projeyê bi torên herêmî yên bajêr nîşan da, û behsa girîngiya projeyê ji bo navenda Hewlêrê kir, ku dê sûdê bide deverên derdorê, bi taybetî ew taxên ku ketine nav kolanên Reşkîn û heta cadeya Koyê li derdora rêya lez a 120 metrî, ku berê ji ber daketina asta ava bin erdê rastî kêmbûna avê hatibû û di niha ve de av digehêje malên wan û pirsgirêka avê jî namîne.

Derbarê çareserkirina pirsgirêkên kêmbûna avê li deverên derdora Hewlêrê de, parêzgar tekezî li ser dabînkirina elektrîkê ya 24 demjimêran ji bo bîrên ava paqij kir, herwaha navenda krîzên parêzgehê spart ku bi rêya tankeran avê ji wan re bên dabîn kirin, tevahiya aliyên pêywendîdar jî spart ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê nabe pirsgirêkeke herî biçûn a kêm aviyê bimîne.

Parêzgariya Hewlêrê ragehand, bi spasî ve bo wê mehê jî li ser rizamendiya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmetê, bi bihayê 2 mîlyar dînarên din wek hewarçûnî ji bo çareserkirin û nûjenkirin û çêkirina kêmasiyên tankan û nehiştina astengî û pirsgirêkên çavkaniyên avê hatine dabînkirin, di wê derbarê de jî biyar da bi xerckirina her 2 mîlyar dînar bo her yek ji Rêveberiya Ava Hewlêrê, Rêvebiriya avên derdor, rêveberiya ava Koye, bo çareserkirn û nehiştina wan kêmasî û astengiyên ku hene, tekez jî li bi leztir kirina pêngavên wan kiriye û tekez kiriye ku divê di demeke herî nêzîk de tedbîrên pêwîst bên destgirtin û di sibehê ve kar bikin bo kêmkirina pirsgirêkên ava malan.

Di mijareke din a civînê de, ku bi pirsgirêka kêmbûna elektrîkê li derdora Hewlêrê û mîqdara elektrîkê ya ji bo parêzgeha Hewlêrê hatî veqetandin ve girêdayî bû, parêzgar tekez kir ku her çend barekî mezin li ser tora elektrîkê hebe jî, wî ferman da Rêveberiya Giştî ya Elektrîkê ya Hewlêrê û Rêveberiya Kontrol û Veguhestina Elektrîkê ya Hewlêrê ku elektrîkê bi awayekî wekhev û bê cudahî li deverên derdora Hewlêrê belav bikin, ku hîn projeya ronahîkirinê negiheştiye wan û hîn jî elektrîka wan a 24 demjimêran çênebû ye.

Hêjayî gotinê ye ku Cîgirê Parêzgar, alîkarê Parêzgar, Waliyê Hewlêrê, Şaredar, Rêveberê Giştî yê Elektrîkê, Rêveberê Giştî yê Şaredariyan, Rêveberê Ofîsa Parêzgar, Rêveberê Kontrol û Veguhestina Elektrîkê, Rêveberê Ava Hewlêrê, Rêveberê Krîza Parêzgehê, nûnerê rêvebirê ava derdor, rêvebirê jeneretorên ne hikûmî, di civînê de amade bûn.

 

Basnews

Top